1. duh ber bi êvarê li enqerê, em bi tevayî bi qasê 30-40 merif mêr û jin, kurd û tirk bi hev re, bi saya û bi sazkirina KESK ê em çûn sînemayê û me lê mêzekir. min hettanê vê roja han fîlmeke evqas bi kêmasî û fîlmeke evqas nebaş nedîtibû. û ez li hember mêvanên tirk ji şerma di xwêdanêda mam, lewra camêra bi gotin û ji hezkirina me hatibûn. a ev gotina min jî ji derhêner aydin orak re ye. malava qet gûzanek tunebû ku te rû û simbêlên wî leşkerên tirk jê bikira. kê dîtîye leşkerên tirk û simbêlên pal. |
|
24.10.2014 14:13 |
xulam
|
2. Fîlma aydin orak e û li ser jîyana mûsa anter e. heyfa navê şêxo ( mûsa anter ) ku bi fîlmeke awha bêkêr ve hatîye girêdan. |
|
24.10.2014 14:26 |
xulam
|
3. filma ku min temaşe nekir lê min heta niha şîroveyek baş jî nebihîst di derbarê de .. |
|
25.10.2014 00:08 |
brusk56
|
4. navekî ecêb pê ra heye. mûsayê bê asa. nîvekî wî bi kurdî û nîvekî din jî bi tirkîye. kuro lawo, gopalê bi hezar salan û ji bav û kalan, kîngê bûye asayê tirkan. û ku bûyibe jî çima qet haya me jê tuneye. ( welleh hê kela dilê min danenîye û ez hê gellek bi hêrsim ha. eva heye ku bîst sale ez evqas hêrs nebibûm... *) |
|
25.10.2014 13:45 |
xulam
|
5. dI METAFORA DE XENIQÎ YE. nE FÎLMEKÎ SERKETÎ YE, mIXABIn. |
|
25.10.2014 22:28 |
seydayê_peyvan
|
6. min got heke bi kurdî kişandine û jêrenivîs bi tirkî ye..di fragmanê de leşkerek tirk bi rih hatiye kişandinê..leşkerek birih ?? ...min mereq kir gelo hin çi heye di nava filmê ku min hê temaşe nekirî de.. |
|
25.10.2014 23:01 |
havka
|
7. (bnr: apê mûsa) |
|
02.06.2015 10:55 |
shorbevan
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |